Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [daniel defoe] de;

1. Danîel Defoe bazirgan, nivîskar, rojnamevan û sîxurê Îngilîzî bû. Romana wî ya bi navê robinson crusoe ku di sala 1719an de hatiye weşandin, piştî Încîlê pirtûka zêdetirîn hatiye wergerandin e.

Defoe di sala 1660an de li Londonê ji dayik dibe û Jiyaneke zehmet û dijwar dije. Di sala 1685an de tevlî raperîna li dijî Qralê Îngîlîstanê James ê duyemîn dibe. Di demên cuda yên jiyana xwe de wekî bazirgan, fabrîqekar, karmend dişixule. Di 40 saliya xwe de biryara rojnamegeriyê dide û piştî çend salan dest bi nivîsandina romanan dike. Romana wî ya herî navdar robinson crusoe di sala 1719an de tê weşandin û di 1 salekî de 4 çapê wê derdikevin. Defoe Ji ber di kovarên siyasî yên ku diweşîne de şêwazeke tûj bi kar tîne çend cara dikeve hepsê. Defoe di sala 1731ê de li Londonê jiyana xwe ji dest dide. Li piştî xwe gelek berhemên navdar dihêle.



31.01.2021 19:49 | yûsiv