Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mele ismaîlê bayezîdî] de;

3. Hemî lêkolîner dibêjin ku Mele Îsmaîl şagirdê Xanî bû. Ew jî li Bazîdê hatiye dinê û di serdema Xanî de jiyaye.

Blec Şêgoj dibêje: ew ji xelkên Bazîdê ye û sala 1654 an ji dayik bûye. Li ser rêya Ehmedê Xanî çûye. Ferhengeke biçûk bi zimanê erebî, farisî û kurdî nivîsiye navê wê gulzar e. Sala 1709 an wefat kiriye û gora wî li Bazîdê ye.

Aliksandr JABA dibêje: ew ji şairên Kurdistanê ye, ji Bazîdê û ji şagirtê Ehmedê Xanî ye. Sala 1654 an ji dayîk bûye û sala 1709 miriye. Ji bo zarokên kurdan ferhengeke duzimanî farisî û erebî bi navê Gulzar li pêş xwe hiştiye! Her wiha helbestên wî û xezeliyatên wî gelek in. Ew gelekî navdar bû. Li Bazîdê miriye.

Ku em gotina Jaba û ya Blec Şêrgo bidin ber hev dibînin ku herduyan jî gotiye ehmedê xanî mamosteyê Mele Ismaîl bûye. Lê ku em li sala jidayikbûna wan dinêrin dibînin ku Ehmedê Xanî bi sê çar salan tenê ji Mele Ismaîl mezintir e . Wê demê em dikarin bibêjin ku ew du hevalên hev bûn û fikr û bîr û baweriyên wan yek bûn. Projeyê ku Xanî ji bo kurdîkirina berhemên fêrbûna zimanê erebî û diyanetê dest pê kiribû, Mele Ismaîl jî li gel wî dixebitî. Mixabin ku berhemên Mele Îsmaîl heta niha ne diyar in ku em zanibin ka heta kîjan radeyê tesîra Xanî lê bûye.

/jêgirtin



13.12.2020 22:30 | yûsiv