Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [iamhaks] de;

7. YouTuberekî kurd e ku kêfa min gelek jê re dihê. Vîdeoya wî ya dawîn gelek pêkenok bû. Karê xwe biriye asta bilindtirîn. Divê mirovên wiha bihên temaşe kirin ku piştgirî bibîne û dev ji van karan bernedin.



06.12.2020 18:19 | yûsiv

5. Vîdeoyekê nû li ser kanala xwe weşandiye. Di Hin cîhan de kurda dibîne û bi wan re diaxive. Di vê vîdeoyê de xwe wekî ermenîyan jî nîşan dide tirka. Dîsa çêr û tehdîtên kuştina dibihîse. Lê wekî mirovekê zana û xwe bawer axaftinê berdewam dike.
Êdî ev tiştên ku tirk dikin ji min re komîk tên. Jixwe iAmHaks mîzaha xwe jî xistiye û hebkî komîk bûye vîdeo.

Cihek heye ku pirr ji aciz bûm. 21.23ê de kurê kereyek heye ku ji re dibêjin radîkal îslamci zêde pêşve çûye. Nizanim çima dirêj dikim tirk in normal e.





15.11.2020 00:02 | yûsiv

1. Youtuberekî kurd e. Li ser kanala xwe vîdeoyên têkildarê kurd bûnê dikşîne. Ji Silêymanîyê ye. Îngilîzîya wî pirr pêşketîye. Di vîdeoyên xwe de bi saya malpera omegl digihîje kesên tirk û bi wan re diaxive. Gelemperî mirovên faşîst derdikevin pêşiya wî ji xwe bibêje heman tev tirk faşîst in. Mijara me ne ew e. Qala Kurdistanê û başûr dike. Dema dibêje ez ji Kurdistanî me, tirk wekî yek dikute wî har dibin.

Gelek baş e ku vîdeoyan xwe bi îngilîzî dike ku Rûyê tirkan nîşanî dinyayê dide. Û Vîdeoyên wî jî baş tên temaşe kirin.

Ha ji we re lînka youtubeyê jî.
Here lînkê



06.10.2020 20:37 | yûsiv