Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [albert schweitzer] de;

1. Albert Schweitzer 14ê rêbendanê 1875 li Kaysersberg a Oberelsass li ber Colmar Împaratoriya Alman hat dinyayê. 4ê rezberê 1965 li Lambaréné, Gabunê jiyana xwe ji dest da. teologekî Evangelîk, mûzîknas, fîlozof û bijîşkek Alman-Fransî bû.

Nexweşxaneyekê avakiribû li Lambaréné. Him karê xwe yê bijîşkiyê birêvedibir, him jî xebat û lêkolînên hunerî û fîlozofiyê dikir. Bi taybetî li ser Johann Sebastian Bach lêkolîn dikir.

Xelatên wî
Xelata Goethe 1928
Xelata aşitiyê ya pirtûkvanên Alman 1951
Xelata Johann-Peter-Hebel-Preis 1951
Xelata Nobel a aşitiyê 4'ê sermawezê 1954 li Oslo
Pour le Mérite' 1954
Hevwelatiyê şerefê ya bajarê Frankfurt am Main 1959
Sonning-Preis a Zanîngeha Kopenhagen 1959
Doktoriya şerefê ya Westfälischen Wilhelms-Universität in Münster 1958
Doktoriya şerefê ya Technischen Universität Braunschweig 1964



21.06.2020 16:26 | yûsiv