Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [eléonore fourniau] de;

1. Rastî pirr eybe ku hê nû tirşikê de qala eléonore dikin.

Eléonore Fourniau di sala 1987 ê de li Parîsê jidayîk bû. 3 sala bi malbata xwe re Ûzbêkistanê man. Perwerdehîya pîyanoyê dît û beşa dîrokî xwend. 2010 a de piştî ku beşa dîrokî de mezûn bû koçî Stenbolê kir û li wir 6 sala jiyana xwe berdewam kir.
Li ser muzîka anatolîyayê mijûl bû. Li zanîngeha teknîkê 2.5 sal wekî xwendekarê mêvan perwerdehî dît. Ji kûrsa Erdal Erzincanê perwerdehiya tembûrê dît û bi navê amûra hurdy-gurdy xebata kir.
Çand û muzîka Kurdî bala wê kişand û bi saya meraqa xwe perwerdehiyê dît. (ji dengbêj xalîde û Gulseven medar). Û wê demê fêrî kurmancî jî bû.
Di sala 2016 ê da vegeriya Fransayê û wê demê ve hem Solo hem jî cur bi cur stranbêja re (Mikaîl aslan, Birol Topaloğlu, Sylvain Barou, Efrén Lopez hwd.) derdikeve sehneyê. Di sala 2015 ê de altın portakal müzik ödülü yê rahiştiye.
Li ser hesaba xwe ya youtubeyê de stranên kurdî parve dike. Rastî pir rindik e û mirov ji têr nabe.

Hesaba wê ya youtubeyê :

Here lînkê

Êdî ez naaxivim bila video biaxive.





11.06.2020 22:22 ~2020.06.13 14:22 | yûsiv