Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şêx mihemed can] de;

3. Xakî birayê şêx evdirehmanê axtepÎ ye. Li Axtepê sala 1858 an ji dayik bûye û li ber destê bavê xwe şêx Hesen xwendiye. Çûye Şamê û li wir bûye xelîfeyê mewlana xalidê neqşebendî. Wî destana Mecnûn û Leyla (Leyl û Mecnûn) sala 1884an nivîsiye. Di beşa sedemê telîfa kitêbê de xuyaye ku tesîra Xanî qenc lê bûye. Ew jî wek Xanî dibêje ku eger mîrekî me kurdan hebûya dê Turk û Ereb û Ecem di bin fermana me de bûna. Ew jî gilî û gazinan ji demê dike û dibêje ku milletperweriya wî hiştiye ku dest biavêje qelemê û bi kurdî binivîse. Ew wisa dinivîse:

Peyda bikira ger me emîrek
Sahibhuner û xwedan-i şîrek
Ev turk û ereb, tetar û faris
Carek bibûna li ber me naqis
Her şa`irekî zebanê kurdan
Qet nayê ji halê wan xeberdan
Emma ku xwedan ji bo me nîne
Nêv Rom û ereb ne ademî ne
…….
Hasil ketime te`essuba wan
Xîret me kişandî bi qelb û can
Ne ku heye tu qabilliyet
Belkî me heye hinek ji xîret.


Wa diyar e ku Xakî heta bi kêşe û qafiye gelekî nêzîkî Ehmedê Xanî ye û li ser rêya wî heta dawiyê meşiyaye.

/jêgirtin



16.12.2020 12:37 | yûsiv