Tirşik - Profîl
tirşik-profîla shwinsherm

profîla "shwinsherm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [destpêka nivîsandina bi kurdî] de;

5. bi rastî min li dibistana tirka waneya kurdî dît(cara yekem ew ê dabûna me)
lê belê mamostê meyî kurdî ji karê xwe hat vegirtin di hefteyan éwildi , serh'alad wê waneyê dan mamostê zimanê tirkî .
ez bawer im ji wê pola me yî "ji 43 kesan pêk dihat" ez tenê fêrî kurdî bûm .

di dema lîsê de hevalek ez hîç wî nas nakim (hew sê mesajên me hebû)
min xist komek kurdî li ser insta vêga îja min dest bi nivîsa kurdî kir bi rastî.
rûpel mûpel jî min vekirin lê belê şwîna ez bêm çêpik kirin millet sixêfa li min dikir ..
ez jî ji van tiştik miştikên wilo vekişiyam.

ez pêrgî tirşikê bûm vê taliyê lê belê êndî ji dinê sar bûm e.
dixwazim lihêfa xwe bikşînim ser rûyê xwe.



10.12.2020 17:02 ~22:49 | shwinsherm