Tirşik - Profîl
tirşik-profîla shwinsherm

profîla "shwinsherm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji bo tirşikvana pêşniyarên bihîstokên jîr] de;

3. di telefona de kiryara snapdragon çêtir e ji ya mediatek.
çiqas cpu grîng be jî gpu jî grîng e ..
heke gpu ya telefona we qels be,
cpu ya we çiqas xurt be jî fêde nade !

zêde bûna ramê bila we ne xapîn e.
model û freqansên rama henin .
modela dawîn ya ramê
lpddr5 - telefonên ku bi vê ramênin hepkî biha nin .
loma lpddr4x be rama we pirsgirêk tinne .
freqansa ram û kiryarê çiqas bilind be ewqas baş e
di kiryarê de dereca qevza heye û "nm" tê gotin .
nm çiqas kêm be ewqasî baş e .
telefon gava dixebite qomentê we di nav qevza de diri û tê .
çiqas qevz bi çûk bin energy jî ewqasî kêm dihere û zûtir bi a te dike .
di piyasa kiryara telefona de anha ya herî nano teklonojîk
7nm e , dawî jî 8 nm tê .
ji bo 7nm
a13 bionic,
sp865+,865,855+,855,
kirin990 ,980

di qamera de
+mp bila fikra we ne guhere .
mp, gava te wêne zoom kir nahêle ku xera bibe , nahêl ku şeklê hû bigre ..
+lens
anha yên huawei/sony/iphonê qenc in.
dereca diyaframê
1.70>1.80>2.0
çiqasî kêm ewqasî baş!

di ekranê de
oled>amoled>ips lcd
oled hepkî şarjê bêhtir dixwe .
120hz>90hz>60hz ye
hz tezekirna ekranê ye .
hz çiqas bilind be ekran şemetokî wek qeymax e lê şarj jî wek qeymax e ..

pêşniyara min a ji bo telefona e/x
(erzan/xurt) xiaomi mi9t pro ye.
ya wênî binxetê derdora 3 hezar lira ye .
jixwe qerta deng jî tê de heye bi berguhkê hûn kanin asoya muzikê bibînin .
ji bo lîstikê jî qenc e .

dilê min heye ez bikirim lê aborî dest nade.
binxet(qaçax)



25.06.2020 14:15 ~14:30 | shwinsherm