Tirşik - Profîl
tirşik-profîla shwinsherm

profîla "shwinsherm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tingînî] de;

2. gava tu bi metalekî li metala din dixî dengek derdikeve mîna ting/cîng
ew deng dengê freqansê ye ez bawer im .
- tingînî : ji karê qastî

1)kro élî çawa li gîtarê dixist tinginîyekê jê tanî nayê gotin..

- zingînî : bêhemdî xistina tiştekî û ji bo tasvîra dengê şimaq, hûtika û pê'hna
1)beroş ji destê fatê ket ma zinginîyek jê anî .
2) wille zinginîyek ji şimaqa bedirxan hat dibê qey bavê wî kuştine ..

gumînî :gava tiştek ji jor ve tê avêtin an bi awayê çeka (mîna bomba)

1)gava ji ser banî ket gumînek jê hat .
2)gumînek bû ka bê dîsê çi bû

h'ûmîn : qij kirin , qêrîn

h'ûmîn û gumîn : ji pêvçûnê

ringînî : ji bo her dengî

tinge ring : ji bo muzîkê
1)tinge ringa wî bû qey dîsê li pê keçekê ye .
2)bi tinge ring meşîya (tatsizlik çikararak gitmek )



12.05.2020 00:57 | shwinsherm