Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gogol] de;

3. nivîskarên rûs dibêjin em hemî ji qapûtê wî derketin. mirov dişêt bêjit çîroka qapût xulaseyek wêjeya rûsî ya klasîk e. kawa nemir jî di nivîsek xweyî nayêt xwendin de bi vê referansê (bêyî ku referans diyar bike) dibêje em hemî ji qapûtê ereb şemo derkerin. ê bavê min qey tu nafikirî xelk dê bipirsin ka tu çawan ji qapûtê ereb şamîlovê bolşevîk derketî? ji alî naverok, şêwe, leheng û bîrdozî ve xizmahîyek heye navbeyna gogol û turgenyev, dostoyevskî, çernişevskî û yên din de. başe çi eleqeya te bi ereb şemo re heye? Hûn ne yên nifşek û dibistanekê ne, zemanek dirêj û erdnîgarîyek berfireh ketîye navbera ereb şemo û nivîskarên bakûr, hûn ne yên heman çînê ne, şêweyê wêjeyî jî ne yeke. dîrok ne çîroke, nayê çêkirin.



21.05.2021 10:20 | hespêsor