Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hewarî] de;

1. romana heciyê cindî a bi zimanek xweş gelêrî dîrok û jiyana Kurdên Qafqasyayê vedibêje. roman wek panoramaya salên berîya şoreşa cotmehê ye ka kurdên Êzîdî çi rewşê de ne, çi hatiye serê wan, ji kû hatine ber kû ve diçin dûvdirêj vedibêje.
Şayesandinên nivîskêr ji serî heta dawî gelek xweşin, dîmen û hebûn têne pêş çavan, wek helbestê rêz dike. Min gelek hij zimanê wî yê vegotina xwezayê kir. Herwiha nivîskar pisporê zimên e. Roman ji milê peyvên gelêrî, biwêj û gotinên pêşiyan ve bêminete, têr û tejî ye. Nivîskar wek romannivîsên sosyalîst bi perspektîvek realîst û civakî li ser gelê Kurd hûr dibe, êş û janên sedsalî vedibêje, sedemên wan dertêxe pêş, serde jî rêya felatê nîşan dike. Lê belê nivîskar ew hostahîya xwe ya li ser zimên di tevn avêtina romanê de nîşan nedaye. Pirtûk ji pevxistinek edebî bêpar maye. Ji bilî şayesandinên zelal û zimanek folklorîk tu tama romanê nîne. Diyalog zêde ketober, dubare û tisî ne.



09.01.2021 14:55 | hespêsor