Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sineht] de;

1. gundekî kurdistanê ye lê ne yê kurdane. dikeve navbeyna herêma goyan û behdînan de, di axa başûr de ye. Gundekî filehane, bi ihtîmal nîştecîhên sinehtê keldanî bûn. Li welatê me gelek gundên niha di destê kurdan de berê yên kêm-netewên dî bûn.
Wextê pdk li himberî dagirkerîya êraqê têdikoşa ev gund wek bargeha pdk bû, ji ber zextên êraqê gund hat berdan. Ev 40 sal zêdetire gund vala ye. Sineht di salên 80'yî, 90'î de wargeha pkk bû. Wekî gelek deveran pkk ji vê derê jî paş ve kêşa ye, Dema gundîyên derdora zaxo dixwazin bikevin gelîyê sineht de artêşa tirk ji wan girên bilind ên ser sînor wan gullebaran dike.

Ez zaroktîya xwe de Sineht re derbas bîvîm. gundek gelek xweş û berfireh bû, serêkanîya sineht avek şîrîn û cemidî bû, her der sivok, hêjîr, rez û hinar bûn. Lê her sal dişewitînin. sineht niha bi temamî wêran û tenha û bêkes e.

Di strana "debla bêto" de navê sinehtê derbas dibe.

Hoy hoy ew robarê sinehtê
Debla bêto debla bêt
Hot hoy serkanî ji binyê tê
Debla bêto robaro



18.05.2020 12:02 ~12:16 | hespêsor