Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xeyda

profîla "xeyda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferzad kemanger] de;

6. yek ji wan mirovan e ku heyfa min gellekî li mirina wî tê. kesekî bi ramanên xwe û kesayetiya xwe ve ezîz e, şareza û hêja ye. dema hîn nû bi fama dibûm bavê min tim rojnameya azadiya welat dianî malê. wan deman nameya wî ya beriya ku bê daliqandin, di rûpeleke rojnamayê de hatibû weşandin. bi hiş û aqlê nekemilî yê nûciwaniyê ve, bi xwendina wê nameyê gellekî hestiyar bibûm, dilê min bi gotinên wî êşiyabû. hîn niha jî kengî li rastê wêneyeke wî bêm xemgîniyek xwe dide nav dilê min.



10.05.2020 02:02 | xeyda