Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xabûrî

profîla "xabûrî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kiryarên ku mirov paşê li wan poşman dibe] de;

1. Ew kiryar in ku piştî diqewimin mirov dibêje çima min wisa kir.

Heta ji min tê ez li bajarên me bi Kurmancî dest bi axaftina xwe dikim. Kesê/a hemberî min ku bêje "kurtçe bilmiyorum" ez bi tirkî berdewam dikim yan jî min hêrs bikin ez derdikevim diçim*

îja carina li eceleyê tê ez xwe ji bîr dikim û bi Tirkî dest bi xeberdana xwe dikim. Paşê dibînim ê/a hemberî min kurd e û bi kurmancî dizane. Ez paşê axaftina xwe bi kurmancî didomînim lê dibêjim xwezî min di serî de bi zimanê xwe dest pê bikira. Ez lê poşman dibim welhasil.



10.12.2022 11:53 | xabûrî