Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xabûrî

profîla "xabûrî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çima kurdînûs di qada tirkî de nexuyane?] de;

1. Pirsa ku ez bersiva wê meraq dikim.

Ma gelo yek ji we jî naçe stranên Tirkî guhdarî nake? Yan vîdeoyên wan temaşe nake? Yan ji malperên dan û stendinê tiştekî nakirre û paşê wî tiştî nanirxîne? Ez pir kêm caran li şiroveyên kurdî rast têm. Dema ez şiroveyekê li binê vîdoyên Tirkan bi kurdî dikim car caran baş tê ecibandin jî. Fahm nakim ev kurdînûsên me çima nanivîsin. Divê em zimanê xwe têxin çavên wan, yên faşîst bila biteqin û yên baş jî bila fahm bikin ku zimanekî me jî heye û em dixwazin di her qadê de bikar bînin. Hêvî dikim êdî hejmara wan kesana zêde bibe.



03.07.2021 14:33 | xabûrî