Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xabûrî

profîla "xabûrî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên tirşikvanan yên di derbarê hînbûna peyvên tirkî yên nû de] de;

1. Pênase ji xwe di sernavê de derbas dibe, ez nanivîsim. Mînak ji me re lazim in.
Dema ku ez li dibistana seretayî bûm (wê demê me tirkî nizanibû, em paşê hîn dibûn) mamoste di dersê de peyva tirkî korkak hînî me dikir. Dema ku ew vê peyvê bilêv dikir hîna jî di bîra min de ye min peyvê wek forkfork fahm dikir. Min nizanibû wateya wê tirsonek e.
Îja mamoste dixwest em wê di nava hevokê de bikarbînin. Gundiyekî me, bê ji ku peyvê hîn bibû nizanim, vê mînakê dabû. Qet ji bîra min naçe ev mînaka wî : Bizim bir köpeğimiz var, korkak. Gotibû.

Edît: şaşiyên keybordê



08.06.2021 15:13 ~15:14 | xabûrî