Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dewbir

profîla "dewbir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kerem sevinç] de;

7. Stranbêjêkî ku cara yekem min bi awayekî zindî guhdar kir. Performansa wî ya zindî miezzem bû. Hêvî dikim li bajarekî wekî Wanê jimara konsertên xwe zêde bike. Û li cihên firehtir konsertan bide. Bi xêra wî piştî demekê dirêj min kêfek ji jiyana xwe girt. Tabî li hemberî vê kêfxweşîyê rexneyeke min jî heye. Çend stranên bi tirkî jî gotin. Lê ev der Kurdistan e û divê di repertûara wî de bêtir stranên kurdî cî bigirin bi taybetî kurmancî. Ji bilî van weke şexsîyet mirovekî ecêb dilnizm û xwînşêrîn e, di tevgerên xwe de ji dil e. Mala wî ava, Kurdistan bi hunermendên weke wî bêtir li ber dilê me şêrîn dibe.
Serê min xweş, piştî salekê kêfa min di cî de ye tirşik, şevbaş tirsikvanno.



19.12.2021 00:36 ~00:53 | dewbir

6. Stranbêjekî kurd e. Sibe ew ê konsertekê li Wanê bide. Cara yekem ez ê bi awayekî zindî guhdar bikim. Aqubet li serê stranbêjên din.



17.12.2021 19:37 | dewbir