Tirşik - Profîl
tirşik-profîla golikvan

profîla "golikvan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi lêv kirina rengên ajalan] de;

1. ji zimanê kurdî de navên renga gorî hereman diguhere. mînak kurdîya akademîk de rengê pînk-pembe re têt gotin pembû lê serhedî vî rengî şîrik bi lêv dikin. wekîdin rengê şîn re jî dibejin sut-sutik hwd.. lê gava ku rengên ajalan têt gotin ew rewş dûbare diguhere.vê carê em dibînin ku peyvên nû derketine pêşme.
minak;
-ne çêlaka spî,çêlaka çîl ango çêleka gewir..
--ne mîya spî,mîya qerqaş..
---ne hespê spî,hespê boz
û mirov dikarê minakan zêde ke.
li cîvata kurdan de mijarek wekî vê mijarê heye ku ew jî bi lêv kirina organên zayendî yê ajalan e. gotînên organên zayendî ê ajalan gorî ê mirovan cuda ye.sedem a vê yekê nava cîvatê de bila şerm çenebe.
lê guhertina lêvkirina rengê ajalan bo çi ye ew ne dîyare.



11.06.2020 23:20 | golikvan