Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [seboreîk dermatît] de;

3. Nexweşiya ku lehnet lê be çawa çareseriyeke wê bi temamî tune fêhm nakim. Ev belkî 4-5 mehe jê xelas3 nabim. Havînî ketoral û betnovate bi hev re bi kar anî feyde nekir, çûm dextor loprox nivîsand dîsa feyde nekir. Herî dawî Min çû vichy dercos kirî ku her kes wesfê wê dida, bi heviyên mezin min bi kar anî, rûna (nizanim ev peyv çiqasî ji bo wê tê bi kar anîn) wê jê dibir lê xwarindina wê berdewam dike.
Xwedê vê nexweşiyê nede serê kesî, lehnet3 lê be bavê min :/

Edît: vê dawiyê bilaxten, momecon losyon nivîsand wek ku xwarindina wê hinekî sekinî, lê dîsa jî car caran dixwere



18.01.2023 18:19 ~2023.02.16 13:32 | merwano

1. bi îngilîzî, seborrheic dermatitis
nexweşiyeke çermî ye, ku bi piranî li ser rû û porê de derdikevê, ji ber ku çerm zêde bi donekî dibe, qemûşk digirê.
bi vê yekê re por bikenk dibe û diweşê, reh û birh jî bikenk dibin lê ew naweşin, li ser poz/bevilê jî sor dibe.
heya niha bijîşkiyê çareseriyeke vebirî nedîtiye, mixabin :/

ev nêzîkî 3 salan bandora vê nexweşiyê li ser pora min berdewam dike, bi dermanên ku bijîşk pêşniyar dike, ji bo demeke kurt çareser dike, lê piştre dîsa dest pê dike. bi stresê û hwd jî têsîra wî zêde dibe.
hin ji van dermanan: betnovate, ketoral, konazol



16.03.2021 13:37 | merwano