Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [inside bill's brain- decoding bill gates] de;

1. belgefilmê ku li ser jiyana Ceo'yê microsoftê yê kevin bill gates hatiye çêkirin.
Di sala 2019an de hatiye weşandin, ji 3 beşan pêk tê û di her beşekê de li ser mijareke cûda disekinin.
ji hevpeyvînên bi bill gates , nûçeyên li ser wî, şiroveyên hevalên wî û malbata wî, projeyên wî yê li ser nexweşiyên şewbî ûhwd. pêk tên.

bi rastî jî tişta herî bala min di vê belgefîlmê de kişnad ew jî projeyên li ser nexweşiyên ku li dewletên li paş mayî bûn.
û tiştekî din jî, di gelek dîmenan de berçavk dikire devê xwe, ez dibê ji piçûkatiya wî de, di serdema oral de ev tebîeta wî dest pê kiriye.
(bnr: sigmund freud)
(bnr: teoriya psîkoseksuel)



15.03.2021 13:58 | merwano