Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [destpêka nivîsandina bi kurdî] de;

1. Wek her kurdekî di serî de min jî nizanî bû bi kurdî binivîsim, ji ber ku me li dibistanê Tirkiyê perwerdahiya kurdî nedîtibû.
Em dûvdirêj nekin, ji ber ku em hemû di eynî rêyan de derbas bûne *

Berî ez herim zanîngehê, tenê Facebooka min hebû, û min bi Tirkî bikartanî. Di pola yekemîn de hevalên min gotine min çawa instagrama te tune, qey tu ji şikeftê derketiye *
Tişta rastî hebû, lê nizanim çi bi serê wê hatibû. Welhasil em dûvdirêj nekin, me instagram vekir, hat bîra min ku eceba ez twittirê jî vebikim an na?
Wê salê min venekir, çimkî li gorî min twittir tenê cihê kesên ku wek siyasetmedara fln mvn e, li gorî Instagram û Facebookê cihekî fermî ye. Û her wiha min got ez vebikim ez ê çi binivîsim, jiyana xwe ya bêbext *

Bû sala duyemîn min twittir vekir, ez liqayî çend kesên ku kurdî dinivîsin, bûm. Ez ketim şopa wan fln, min jî hewl da ku bi kurdî binivîsim.. êdî ji wê rojê heya îro bi saya twittirê ez hînî nivîsandina kurdî bûm, û ji wê rojê ve ez bi twittirê ve giredayî mam, help me please *

Xopana twittirê hem derde û hem jî derman e*



10.12.2020 13:52 | merwano