Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çandiniya werz] de;

1. di cureyên werzan hene, yek yê zûwa, yanî bê av, yên din jî yê avî ye.
ez ê li vir qala yê zûwa bikim.
di werzê zûwa de divê erd zivistanî beyar bimîne.

çandiniya werzan pîştî biharî, wek nîsan an jî li gulanê de destpê dikê
li gorî avhewa/îqlîma herêman diguherê.(aniha ez ji bo derdora nisêbînê dibêjim)
di nav werz de bi piranî, şebeş, petîx, encûr, tirozî, şemamokû hwd. tên çandin.

berî bên çandin bi şevekê, dendikê van nebatan di nav avê de tên limandin,
ji bo zû ji bin erdê derkevin, yanî şîn bibin.
roja çandiniyê de dendik li ser rêzên rast de firk tên çandin.
piştî 2-3 heftiyan, pinê wan şîn dibin, yên ku zêde nêzîkî hev,
an jî li ber hev çêbû ne, yekî tenê dihêlin û yên zêde an jî piçûk kîjan be,
ji qurm jê dikin. (bnr: firkkirin)

di vir de armanc eve ku,
ji ber kêmasiya avê pewiste ku av têrî hemûyan nakê
û rewa di erd de kêm dimînê
û rîwekên me baş nikarin mezin bibin...



2020.06.14-00:25 | merwano