15. Îro çawa çêbû niza Lê hat bîra min. Berê wexta ku baran nedihat zarokên gundê me bi taybet keçên gund cilên kewn li bêrê dikirin û mal bi mal digerandin. Xwediyê her malê tasek Av bi bûkê dadikirin. Di vê kêliyê da zarokên gund tiştek digotin Lê niha nayê bîra min. Min telefona xwişka kir jê pirsî Ev jî xwe bîr kiriye * lê digot me jê re digot bûka bêrê ez dibêm xelet dizane gundê me gundekî dimilîaxif e. Xwişka min jî vê çaxê zarok bû Ji ber vê baş nizaniye qey. Lê cil li bêrê kirine Ji ber vê dibe ku navê vê organîzasyonê bûka bêrê jî bibe. Nexêr mijara me ne ev e. |
|
24.12.2020 22:11 |
kajav
|