Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [oy yarê] de;

1. Gotin û awaza hunermend hozan dîno ye. Tenê li ser YouTubê bi mîlyonan hatine temaşe kirin. Wekî mîlyona ez jî hezkiriyê vê stranê me. Îja min xwest Gotinên vê stranê binivîsim berê min helbet gelek kes nivisiye min hinek ji wan nêrî mixabin hem xeletiyên gotinê hem jî xeletiyên rêzimanî têde zêde bûn. Pirsgirêka malperan Ev e ku rast xelet ferq nake parvekirinên hevdu kopî dikin û li ser blog, malperên xwe zêde dikin. Bi vî awayî Ev xeletî û şaşî berbelav dibin.

Hevalno dibe ku min jî xelet nivîsîbe ji we daxwaz dikim ger we xeletiyek ferq kir ji kerema xwe min hişyar bikin.

Oy yarê, oy hevalê
Stêrka şevên tarî
Hêviya dilên sarî
Nabînim tu ji min dûr î
Ji bo hêviyên azadiyê
Şîn bûye ser zagrosê
Derket jor nayê xwarê

Oy yarê, oy hevalê
Ciwaniya emrê min kanî
Hêviyên dilê min kanî
Xeyîdîn çûn çima nayên *
Azadiya me yê jînê
Ji min hate dizînê
Zaroktiya min kanî

Oy yarê, oy hevalê
Hêsir li çavê min dotin
Dil û cigera min sotin
Xewn û xeyalên min firotin
Me dîsa serî hilda
Li nav xwîna xwe jîn da
Tovê jiyanê evîn da



19.12.2021 01:41 | kajav