Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çava kil ke] de;

1. Helbesta seîd yûsiv e. Ji aliyê gelek stranbêjan hatine strandin. Ji wan hunermend û stranbêjan mihemed şêxo, şehrîbana kurdî jî têde gelek stranbêj ev helbest distriye. Lê nizanim çima her kes gotinê stranê ji hev cuda bi lêv kirine.

Helbest pirtûka seîd yûsivê de wiha derbas dibe;

Kur:
Çava kilke xeml û xêla
Xwe girêde keça delal
Were dilê min der man ke
Te derb lêde û bêje menal
Were were were were
Were were ez xwa nakim
Ji kul û ji van kedere

Keç:
Nayêm nayêm nayêm nayêm
Nayêm dil derman nakim
Nayêm ez ne dektor im
De ez birîndara rakim

Kur:
Keçê ez mirim te bi xwe Li min
Rakir fermane û dil şewitî
Were bi mi ve dîtna te
Ji min re dermane û ti na labetî
Keçê te baskê min jêkirin
Mam bê mefer
Kor bûm mi da ser şopa te
Û nîne veger

Keç:
Lawo xuya ye derdê te
Pir giran in
Ez jî bi xwe zanim awrê min
Êş û jan in

Kur:
Dem û dewranê ez xapandim
Dilêm carek Li dêv te meşî
Te es kirim wek ker û gêja
Kul bûn barek min nedî xweşî
Te ez xistim agir de
Nikarim xwe derînim
Di bakim û ti nayê
Ez nikarim te bînim

Keç:
Xortê hêja menale
Rih li te nema
Te çi ji min divê ser sera
Va li ber te me



20.06.2020 14:28 ~14:44 | kajav