Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên zanîngehê] de;

2. Vê serdemê de heşt heb dersên min hebû û ez jî ber pirsgirêkek neketibûm ezmûnên fînalan. Di navbera du rojê de heşt îkmal benda min bû. Heşt ezmûn li pey hev in kîjan dersê bixebitim? Serê min tevlîhev e. Welhasil roja îkmalan hat. Dersekî heye, ez ji mamostaya vî dersê qet hez nakim. Hama îmana min wê diçe. Neyse wext hat em ketin polê, her kes cihê xwe girt. Ezmûn dest pê kir, piştî çend deqe dinêrîyam milet telefona dinêre. Min jî got dibe ku mamoste dengê xwe ji qopyayê nake. Ez jî nizanim qopya mopya bikşînim. Hama min dil rehetî telefona xwe vekir û pirsan bersivdan. Bersiva du pirsan qedand min dît mamoste hat serê min. Got: tu çi dikî? Min jî serê xwe bi awayekî masûm bilind kir rûyê wê dinêrîyam. Min got ev çi dikin, ez jî ev tişt dikim. Hama Kaxizê ezmûnê ji destê min girt û got ev ezmûna dersa îstatîstîkê de ne mekîneya hesabê dinêrin. Piştre îmzeya xwe ser kaxizê min avêt û çû. Min çi kir nekir kaxizekî nû jî neda. Ders mabû salekî din.



24.12.2019 23:53 | kajav