Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çiyayê sîpanê] de;

4. Hunermend rojda ser vê çiyayê distre. Strana xwe berî mehekê bi klîbek li ser kanala xwe parve kir. Li gor agahiyên parvekirinê gotin û muzîk aidê rojda ne.





Dilê min bû behra wanê
Dikele difewre
Bêje Çiyayê Sîpan
Warê evîndaran
Warê Xecê û Siyabend
Warê Memê Alan

Were lo were lo
Ez birîndar im lo

Bêje çiyayê sîpan
Nazik û nazdaran
Bi şîr û şerbetan
Bi gul û beybûnan
Te têr xwe xemiland
Ew kir mêvanê xwe

Were lo were lo
Ez birîndar im lo

Bi çavê siyabend
Tu min mêze kir
Ax çiyayê sîpan
Warê evîndaran
Xwe zû bixemilîne
Ji boy evîndaran

Were lo were lo
Ez birîndar im lo



23.08.2021 20:18 | kajav