Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bedlîs] de;

11. Li sikakê wê dîtina keçan ne pêkane lê her der mizgeft e. Bajarek gelek ku kêfa min pê re hatiye. Yanê xweza û şêweyê avahiyan balkêş e. Çiqas bajarê serhedê be jî bi devokek "botî" daxivin (van gohana çit'key bihîst * )

Di leylonê pênc kîlo de gihayek dişibe kerenga ku bi navê "jax" hatiye dagirtin min dît. Û çortan jî lê hebûn.

Kelehek mezin lê heye lê ne vekiriye. Di biniya kelehê de qehweyên biçûk û şêrîn jî hûnê bibînin.

Gorî gotegotan ermeniyê herî kevn li vê bajarê ne û niha jî hejmara ermeniyên ku bûne bisilman ne kêm e. Nivîskarê navdar (bnr: william saroyan) ermeniyê bêdlîsê ye. Û heta serdana welatê xwe jî kiriye ku li ser wê jî belgefilmek hatiye kişandin.



19.09.2020 18:19 ~18:23 | rizgarm