Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the civil war] de;

1. ji bo şerê amerikayê ya navxweyî tê bi kar anîn. Ev şera di navbera salên 1861-1865 an pêk hatiye. Sedema şar kole û xulamên reşik in. Eyaletên bakûr ji bo reşikan azadî û wekheviyê dixwazin lê eyaletên başûr ne di heman fikrê de ne. Ji ber ku debara eyaletên başûr bêhtir li ser çandiniyê ye û reşik jî ji bo çandiniyê tê kar anîn. Ku azadiyê bide wan dê kî li nav erd û zeviyên wan bixebite? Hilbijartinekê dikin û encamê de (bnr: abraham lincoln) bi ser dikeve. Abraham lincoln jî serokê fikra azadî û wekheviya reşikan e. Piştî hilbijartinê 11 eyalet serxwebûna xwe îlan dikin û bi serokatiya jafferson davis hember eyaletên din şer didin dest pê kirin. Şer çar sala didome û asoxîn bakûr yanê lincoln bi ser dikeve. Welat dîsa dibe yekparçe û reşik digihên rizgariya xwe. Lê mixabin azadiya reşikan zêde nadome bi tevger û kirinên rêxistina veşarî ku klux klan û xelqên başûrî dîsa dibin mîna berê. Çend roj piştî serkeftinê lincoln bi sûîqestekê ji aliyê kesek başûrî ve tê kuştin.



07.03.2023 10:41 ~16:45 | rizgarm