Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gundê olaxçiyê] de;

1. Gundê ku li bakur- rojhilatê wêranşarê dikeve ye. Nêzîkî 5 km dûrê bajêr e. Şêniyên gund kurdên êzîdî ne. Gund ji 10-15 malan pêk tê. Gund bi avahî û plansaziya xwe Berovajiyê gundên kurdistanê ne. Malên modern û bi rêk û pêk li dora girekê hatiye ava kirin. Sikak û rêyên gund bipergal e. Nava gund gelek dar û ber heye. Ji bo geşt û seyranan cihek bêhempa ye.

Di têketina gund de avahiyek gelek modern û mezin pêşwaziya meriv dike. Em çûn û bûn mêvanên vê malê û çaya wan vexwar. Camêr der û dora malê bi tiştinên kevnar dagirtiye. Amûren kevnar yê çandiniyê, kevirên aşan, çeçeqokên kevirîn, peykerê şêr û qertelan, cirn, limpeyên dîrokî, milêw û hwd. Li paş xaniyê xwe jî cihek bi têlan çêkiriye ku tenê xezalan û teyrê tawisan di nav de xwedî dike. Gorî gotinên wî "hemû gundî niha xezalan xwedî dike lê bilî xezal û teyrê tawis li gund wekî din ajal nayê xwedî kirin, gundî debara xwe bi çandinî yê dikin û wekî din jî li gund karek cûda nayê kirin."

Li serê gir goristana gund heye. Li ser goran gelemperî tiştinên ku bi êzdiyatiyê ve pêwendîdare hatiye xêz kirin û nivîsîn (mînak: lalişa nûranî, şêx..., Teyrê tawis û hwd.) . Li ser çend goran nivîsên kurdî jî li ber çavên meriv dikeve.

Gund hêjayê gerîn û dîtinê ye, nexasim di demsala biharê de ku her der şînahî ye û wekî bihûştê ye.



27.02.2021 17:00 | rizgarm