Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ventîlasyona mekanîk] de;

1. Piştî vê bobelata malkambax qîmeta wê bêhtir bûye. Ji ber ku gelek buha ye peydekirina wê gelek dijwar û zehmet e. Pirê nexweşan ji ber tunêbûna van makîneyan wefat dike.

Nexweşên ku nema dikarin hilmê bistîne û berde bi alîkariya vê makineyê ji pişikan karbondîoksîtê davêje der û oksîcêna ku pêdiviya pişikan pê heye distîne. ji bo karanîna vê makineyê divê nexweş were entube kirin an trakeostomîyek nexweş hebe ango heke nexweş li ser hişê xwe be bi alîkariya maskeyekê were dayîn. Û hema piştî entubasyon an jî trakeostomiyê divê bi vê makineyê ve were girêdan.



12.12.2020 01:18 ~01:19 | rizgarm