Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [il postino] de;

1. Film bi dîmenê xwe yê xwezayî û romantîk dikeve asta bêhempabûnê. Li giravek îtalya yê, di nav şêniyên bêdeng û ji rêzê de û li nava sirûştek bihûştî de bûyerên aram û romantîk tê jiyîn. Her çiqas behsa pablo neruda dibe jî neruda tenê lîstikvanek alîkar e. Yanê plana duyem de ye. Û film hewl daye ku vebêjeriya romantîkîya helbest û helbestvan bi xwezayê bike. Pir nakeve nav fikr û ramanên helbestvan. Yanê behsa komunîstiya wî dike, behsa heza wî ya ji jinan dike lê pir nakeve nav van fikran û xema piştrastkirina van fikran ji nakêşe. Ji çavê postevanek saf û bêdeng de dîsa û dîsa pênaseya evînê tê kirin. Û helbet bi alîkariya helbestvanek navdar re.

A soxîn gotinek navdar û mafdar bi sewta postevan digihêje me "helbest aîdê yê/ya ku nivîsiye nîne, aîdê yê/ya pêdiviya wî/wê pê heye ye."


Nîşe: postevan xwezil ji bo dildara xwe ji dengbêjên me nivîs an jî xweşgotinek bixwesta. Wellehî ne sêvên artemêtê , ne tiriyê tersûsê, ne hêjîrê edenê, ne hinarê bêleçûkê û ne jî pirteqalê dortyolê diman hemû rêz dikirin**



29.10.2020 13:19 | rizgarm