Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vîrûsa koronayê] de;

127. Nexweşên coronayê li ba me ji van astan derbas dibin: Ji gumanbaran nimûneya dev û poz digrin, tomografiya wan dikşînin. Heke nimûne erênî lê tomografî paqij derkeve li ba me dimîne, heke herdû jî lihevhatiyê coronayê be dişînin navendê.

Nexweşên ku niha li servîsa me radikevin bi gelemperî gazincan ji negirtina tahm û bêhnan, êşên movikan û kuxikê dikin. Tedawîya wan piranî hebin ji ber vê yekê zêde têkiliya me bi nexweşan re çênabe. Tenê derziyek binçerm heye bi navê (bnr: clexane) (xwînê zelal dike da ku zêdetir sûd ji heban werbigrin), dema em vê li nexweş dixe dikevin odeya wan. Hebê wan jî sê cûre ne: (bnr: plaquenil),(bnr: azitro)(bnr: enfluvir) e. 5 rojan li ba me van tedawiya digrin û roja şeşem ji bo ku 14 rojê xwe temam bike dişînin yûrdan.



22.06.2020 16:46 ~16:48 | rizgarm

112. (bnr: eser çetîn) bijîşkekî ji dêrika çiyayê mazî ye û di derheqê koronayê de agahî û bersivên kurdî dide. Gelek bala min kişand. Agahiyên ne pir cûda ye lê li ser tora civakî bi kurdiyek resen vîdyo û peyama parve dike. Wê bala we jî bikêşîne*

Here lînkê



15.04.2020 15:42 | rizgarm

71. Agir bi dinyayê xistiye. Ez jî di nêv de. Îroj şûnde têkiliyê min wê zêdetir be. Mijarek wek pêşniyara jî hebe wê xweştir be.



26.03.2020 22:15 | rizgarm