Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mıgırdiç margosyan] de;

3. Ermeniyek Amedî ye. Gor dazanîna bavê wî ji heredana pîranê ye. Piçeke kurdî, tirkî û ermenkiyek baş dizane.

Cara ewil 2018 yan de di fûara pirtûkan ya amedê de ez ji bo îmzeyê çûbûm cem. Ji bo dibe ku suhbetek vebe min bi carekê got "mamoste mezinê me dibêjin koka me jî digihêje ermeniyan." Hebekê di ber xwe de kir pistepist û hişk bû, li ser pirtûka min jî min nihêrt got "selamla!" Ez şaş mam. Ji ber min çend pirtûkê wî xwendibû û di rojnameyan de jî qunciknivîsê wî dişopand, di hişê min de wek merivek nerm û dilnizm mabû. Neyse min dev jê berneda sala din dîsa çûm û pîqotek binevşî û helesor li xwe kiribû. Û îja min ji bo suhbetek xweştir hewl da "mamoste rengên kincê te çi xweşik in! Meriv dibê qey tu ji kolajek parajanov firyaye*" bi ken li nav çavê min nihêrt û got "xorto tu jî gelek qeşeng î." Welhasil ez giham miradê xwe me li ser nigan piçek be jî suhbet kir. Min ew mêrikê di mêjiyê xwe de sêwirandibû bi zorê derxist holê*

Çîrok û meseleyên nivîskar bi zimanek herikbar û nerm hatiye nivîsîn. Dema ew daxive an ez wî dixwînim mîna li ser ewrên xeyalan soberiye bikim. Weha aram weha herikbar weha rehet û nerm* tiştên ew vedibêje rasti bi xwe ye lê xeyalên gelek dûre jî. Ez çûm li wan sikakan geriyam lê tu tehma çîrokên wî tê de tunebû. Tê bîra min carê em li taxa fileyan ya amedê rûniştibû û ji devê min ev hevoka derketibû "ev taxa di çîrokên migirdîç de xweş e lê di rastiyê de tu balkêşiya wê nemaye".

Ji ber ku beriya şer hîn zêde xisar negihabû taxê dibe ku ew ruha meriv hîs bikira lê ez li gundek ne pir dûr de di nav bêderfetiyan de bûm û min çûyina amedê mîna tiştek xeyalî didît. Wan çaxana min ew taxa nedît lê niha her tişt xera bûye tenê di wêne û vîdyoyên kevn de hewl didim wan tiştan hebekê di serê xwe de zindî bikim.

Lê çiqas mekan dûr be jî bûyerên di çîrokan de tê vegotin ez û em bi xwe ne. Mala me ya axban, maxên ku dike bişikê û ji jimartinan êdî hatiye ji ber kirin, limpeyên mazotê, şevên bi berf û dirêj, malêzên zivistanê, arvanê aşan û bereketa nan û avê...

Neyse em ji kur hatin vir, wan rojana kekê tîrêj zana belgefilmek wî parve kiri bû min îro temaşe kir. di taliyê de min hew xwe ragirt û mîna zarokan giriyam. Kekê migirdîç tu her hebî, dengê te neyê birîn, pênûsa te bêxwedî nemîne.



13.05.2021 03:06 | rizgarm