Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [quzekî] de;

1. Gotina ku di pirtûka “labîranta cinan” a hesenê metê de derbas dibe.
Wekî:
Lê avayê ko di gundê me de li ser vê malê tê gotinê ew e ko ev mala ha bi virekiyê, bi fesadiyê, bi dekûdolaban ciyê xwe çêdikin û ko biqewume nangermiyê dikin û karê xwe li hev tînin.Di van salên dawîn de şêniyên gundê me di dewsa peyva nangermiyê de gotineke din bi kar tînin û dibêjîn: quzekiyê dikin. (R.51)

Nangermî li gorî ferhengê “melaqî, şelaqî, şelafî, aloşî, şînekî, bêarî pozneşewitî”,“yalakalik” a tirkî ye.

îhtîmal ev e ku gotin yên ku tim dibêjin bila nanê min germ bibe şelafiyê dikin, pêk hatiye.
Ji bona xwarina nanê germ şelafiyê dikin, ku nanê hişk nexwin.
Bi min ne cih e bikaranîneka weha, argoyî ye ya rastî, di romanan de. cihê vê gotinê dijûn an jî pêkenokên beredayî ne.
“Labîranta cinan” li gorî çaxa nivîsî berhemek serkeftî ye, ziman herikbar, mijar jî balkeş e.



30.04.2023 23:57 | çomo