Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [terik] de;

1. Wekî êzingê ter, şiva mezin, kîrê hesp ango ker, çend wateyên vê gotinê hene.
Terik avêtin an jî dan ber terikan jî lê dan, kutan, bi çoyan lê xistin e.

Wexta xwendina lîseyê de di taxê me xwendekarekî zankoyê de, anha nebîra min ku kîjan zanko bû, di beşa tipê de dixwendî hebû. Belayê dawatan bû. Kingê li taxê dawatek çêdibû dihatî diketî serê govendê dernediketî.ew jî xortên taxê aciz dikirî û rik jê digirtin. Ji ber ku bala keçikên taxê dikişand ser xwe.Çend caran hişyar kiribûn jî wî guh nedabû.
Rojekê wekî her car di dawatekê de pir listîye û di ser govendê heta dawiya dawatê derneketiye. ji ber tevgerên neasayî ya wî piştî belavbûna dawatê çend xortên taxê dafik danîbûne, di nîvê şevê peşiyê wî di nav bexçeyek spîndarekê girtîne û dabûne ber terikan û heta jixwe çûye. Pileya sed û heştê li erdê dirêj kirine. piştî wê bûyerê digotin merik biaqil bûye, edî girtina ser govendê terikandiye. dabûna ber terikan hişê meriv aniye ser xwe.



09.10.2022 01:10 ~01:31 | çomo