Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çirçirk] de;

5. di çîroka macorio ya beriya şewitî de çirçirk vî awayî derbas dibe.

“…Dema ku mirov zerqitikan dipelçiqîne wekî patpatkan dikin çîrkeçîrk. Nizanim çirçirk jî wilo diteqin an na. Ez hîç çirçirkan nakujim. Felipa dibêje ku çirçirk bêsekn û hedan dikin cirecir da ku dengê qarewara giyanên li erafê ezabê dikişînîn neyê. Roja ku çirçirk qelihîn, dinya de bi qarewarên giyanên êzîzan bikimkime û em hemû dê ji tirsan weqifî berê xwe bidin revê. Yê min bi xwe pir kêfa min jê re tê ku ez ji xwe re rûnêm û guhên xwe li cirecira wan bel bikim. Di odeya min de zahf hene. Belkî di nav qijlonekên telîsên ku ez li wan dinivim de zerqîtikan bêtir çirçirk hebin jî. Dûvpişk jî hene, çi gava ku xwe li arîkê de berdidin, mirov bêhna xwe hişka digire û dipê heta ku di jora serê mirov re datên xwarê. Çimkî hema ku milê mirov bilive yan hestiyên mirov bigizgizin, vê gavê şewta derziyê bi mirov dikeve, ev diêşîne….r.58-59



17.06.2023 01:59 ~02:11 | çomo