Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hîv] de;

5. Bavê min gotibû: dema ez zarok bûmê salên dawiya şêştî hingê televîzyon tunebû, an jî ne berbelav bû. li gundan çend kesên xwendê hebûn bi saya rojnameyan bûyerên li dinyayê, rojanê dişopandine. rojekê digotine amerîka çûyê hîvê, li ser hîvê ala amerîkayê daçikandine û merivek li ser hîvê meşiye, rêvê de çûyê.

Li gundê merivekî bi navê “îmam efendî” hebûye, ne îmam bûyê, wekî navûnûçik je ra weha digotine. Yekî xwendekar ango dikaribûye rojnameyan bixwîne.Rojekê li cihê rawestgehê mînîbûsên gund ku gundî kom dibin ku herîn bajêr, ew meriv di dest de rojnameyek, ji gundiyan ra gotiye: nûçeyê di rojnameyê de nivîsî hemû derew e, benîadem nikare here li ser hîvê bimeşe, hîv ne heyînek mîna dinyayê, hîv heyînek mîna ewrawî ye, mîna ewran e, wekî dîmenek e. Nûçeyê rojnameyê li ser hîvê derew e. Amerîka derewan dike.



05.07.2023 21:56 | çomo