Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [guhar] de;

8. meydanê ku şivan pez kom dikin û piştre dibin çerê.
Li berjerî gundê me da kaniyek-anha miçiqîye-û ber kaniyê golek biçûk hebû. Li der dorê golê darên tûyên mezin hebûn. Ji wê de ra “gola guharê” digotin. Ji ber cûrnek (cûrnik) mezin her tim av tijî pez nediçî nediket golê.
Cihê komkirina pezê bû. şefeqê pez li wir kom dikirin û dibirin çêrê. Nîvro li bin siyê tûyan de her tim mîh, bizin hebûn. Ji ber cihê mexelbûnê komên zibilên mezin pêkdihatî.
guharê wekî navê jineke dizanîbûm. Ji ber Şîweta navê jinê gewre, gare û ev gotin pir dişibîn hev, meriv dikare bi hesanî tev û hev bike.
Lê belê tu xwediyê kaniyê û golê tunebû. piştî ku hînbûna guharê, ku dereke lê rastî hatibûm anha nayet bîra min, hîn bûm ku wate cihê kom kirina mîh, bizin e ..hwd



10.09.2022 00:00 | çomo