Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurterêbera rastnivîsînê ya wîkîpediyaya kurdî] de;

1. (bnr: wîkîpediya) kurdî ji bo endamên xwe rêbereke rastnivîsînê weşandiye.Kesên ku nivîsandina kurdî nizanibin jî tenê van tiştan rast binvîse jî dikare sedî 80 rast binivîse.Ez vî mîjara ((bnr: lêkerên bidaçek)) ku mergehez nivîsiye jî pêşnîyar dikim.
"ku", ne "ko": ew dibêje ku...
"iy", ne "îy": çiya, jiyan, kiriye...
"ji bo, li gel, li ser, bi hev re...", ne "jibo, ligel, liser, bihevre / bihev re /bi hevre..."
"dest pê dikin", ne "destpêdikin, destpê dikin, dest pêdikin..."
"bi kar tînin", ne "bikartîn / bikar tînin / bi kartînin..."
"kurd im, kurd î, kurd e, kurd in", ne "kurdim, kurdî, kurde, kurdin"
"zimanê kurdî, gelê kurd, adar, newroz", ne "zimanê Kurdî, gelê Kurd, Adar, Newroz"
"ez ê bikim, min ê bikira", ne "ezê bikim, minê bikira"
"hevalê min ê baş", ne "hevalê minê baş"
"zimannasî, serokkomar, xurttir, bilindtir...", ne "zimanasî, serokomar, xurtir, bilintir..."
"bigirim, binivîse, nekişînin...", ne "bigrim, binvîse, bikşîne..."
"lîstin, kuştin, axiftin, hefs, heft...", ne "lîztin, axivtin, kujtin, hevs, hevt..."
"Chomsky, Einstein, Shakespeare...", ne "Çomskî, Aynştayn, Şêkirspîr..."
"di kitêbê de, bi min re, ji wir ve...", ne "di kitêbê da, bi min ra, ji wir va..."
"cînav di kurdî de, gerînek li Kurdistanê, peyamek ji wî...", ne "di kurdî de cînav, li Kurdistanê gerînek, ji wî peyamek..."
çavkanî : https://ku.wikipedia.org/wiki/W%C3%AEk%C3%AEpediya:%C5%9E%C3%AAwaz



08.04.2020 15:47 ~16:10 | brzn