Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xewn] de;

26. seba çi ajal û mirov xewn dibînin, heta îro min nedizanî. Vê taliyê min gotarek xwend tê de behsê jê dike.

Weke tê zanîn, mirovên kor ji yên dîtbar di lebatên mÎna bihîstin, bêhn û tehmê de qewîntir in. Ji ber ku qadên mêjî yên bi dîtinê re têkildar piştî demekê ji hêla lebatên din ve têne dagirkirin. Lekolîner leza vê yekê meraq kirine û hewl dane ku bipîvin ka çiqas dem hewce ye ku lebatên din şûna dîtinê bi dest bixin. Ev lez ji texmînan jî pêşdetir derketiye: 40 yan jî 60 deqîqe! Ji ber ku Dinya li dora xwe dizivire, nîvê rojê di tariyê de derbas dibe û zîndewerên mîna ajal û mirov di vê mudetê de radizên. Ji bo ku, korteksa dîtbariyê xwe ji Van êrişan biparêze, dîmenên sexte nîşan dide û em jê re dibêjin xewn! Em bi gelemperî xewnan ji bîr dikin çunkî armanca xewndîtinê bibîranîn nîne. Ango, mebesta pêşkeftina xewnê ev e ku lebatên din qabiliyeta me ya dîtinê dagîr nekin. Here lînkê



02.08.2021 03:34 ~16:55 | ezcan