Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tîrmeh] de;

1. bi îngilîzî july, bi erebî تموز tamuz. mehek ecêb e, navê xwe yê îngilîzî ji ser Julius Caesar, yê erebî jî ji yezdanê sumerî, dumûzî wergirtiye.

helbet tîrmeha kurdî jî navê xwe ji yezdanekî wergirtiye, bi navê tishtrya.

Tishtr, Di kitêba avestayê de weke baran tê karanîn. tishtrya jî navê yezdanê baranê ye. Ev yezdan ji bo ku erd zuha Nebe li hemberî dêwekî bi navê epeush şer dike ku Ew here kû derê xela radibe. Ji ber wê zerdeştî di meha herî germ de ango di tîrmahê de ayîna tîrgan (cejna tîr)¹ li dar dixin. Ku roja cejnê wek tîrroz navdar e, mîna newroz.

¹weke Mîhregan, cejna Mithra. mîhrîcan/137440



27.04.2021 03:06 ~2021.11.05 20:11 | ezcan