Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mecûsî] de;

3. navê alimên zerdeştî ye ku îro em ji ber erebî weke mecûsî dizanin. di erebî de tîpa g nîne di şûna wê de tîpa c diemilînin. magî, mûg, mûx, mox. magica îngilîzî jî digihîje peyva magî, ji ber ku ew alimên zerdeştî parezvanê agir bûn.

di tesewufê de ji bo ostedê kamil, rêber, kesê ku agirê evînê belav û par dike, pîrê mûxan tê gotin. bi taybet melayê cizîrî, şêx evdirehmanê axtepî û wefayî di helbestên xwe de bikaranîne.

di demên modern de ji bo seîdê kurdî dibêjin pîrê mûxan ji ber ku ew nûra (agir, ronahî) xwedê bi riya berhemên xwe yên bi navê rîsaleyên nûr belav kiriye.



05.01.2022 00:29 ~00:57 | ezcan