Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [femînîzma marksîst] de;

1. Ji bo kêmîneyan (jin, zarok, xizan, homoseksuel) bi demê re gelek geşedan rû dane. Lê ev geşedan bêhtir rewşa kêmîneyan xerab dikir. Çimkî çi rû vedida li gor berjewendîyên sîyasî û patrîarkî dihate bikaranîn. Ev geşedan ji dînê heta reformên nav-dînî, ji mafên wekhevîyê heta bi deskeftîyên xizan û jin û zarokan rê li ber kêmîneyan digirtin. Her pergal bi xwe re hin polîtîka dianîn û ev polîtîka jî li gor îqtidara nêrzayî û mîlîtarîst dihate bikaranîn.

Di nîveka sedsala 19an de, li ser tezên femînîzma lîberal nîqaş dest pê kirîye û femînîstên lîberal ji bo çareserîya pirsgirêkên jinan [ku doza wekhevîya aborî û perwerdehiyê dikin] vê dozê wek dermaneke dîtine, di ber re jî bêhemdî ji bo derketina femînîzma marksîst derfetekê çêkirine. cudahîya marksîstan ligel lîberalan li ser çînê xwe nîşan dane. Pirsgirêka vê teorîyê ev bû ku gelo di nav vê çînê de, jin bi serê xwe wek çînekê dê were dîtin[?] Ji bo vê pirsê du bersivên cuda hene; ku jin di nav hilberîna civakî de ji ber cihên wan, ji ber têkilîyên milkîyet û ji ber hişmendiya ku di wan de heye, wek çînekê nikare bê dîtin. Jixwe jin hem li gel mêrên çîna karker û çîna burjuva di têkilîya heval, xwîşk, hevser an jî dayiktî de ne, yanî di nav her çînê de belav bûne. Ji ber vê yekê nabe bê gotin ku jinan çînek afirandine.Ji ber vê fikirê wan ne li ser zayenda civakî li ser çîna civakî teşe girtiye.

a diduyan, Femînîstên marksîst patrîyarkayê wek cêwrîka her pergala nêrza dibînin û dixwazin axirîn pergala nêrza ango kapîtalîzm hilweşe dê jin jî bikarin azad bibin, tevî mêrên marksîst. ;)



10.09.2020 23:37 ~23:37 | ezcan