Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdê ku odeya wê/î heye] de;

18. êdî li kurdistanê jî, tirkiyê jî, dîasporayê jî pêkan e. çumkî nifşa z, sebiyê duhî nînin. pirê wan li bajaran mezin bûne, lewma xweyî odeyek in. belam çiqas kurd in xudê dizane.

(bnr: nifşa z ya kurdan)

nîşe 1: ya ewil, min nego bajarê mezin(!) Ya dudo, min li ser nifşa z nivîsî(!) Ya Sisê, min gotiye pirê wan(!)

nîşe 2: di navbeyna xweyî odebûn û li bajaran mezinbûnê de pêwendiyeke xurt heye. kurd be, tirk be nikare li bajaran zêde zarokan çêke ji ber wê zarokên li bajêr bi piranî dibin xweyî ode. ji ber ku mijar li ser kurdan e, min jî li ser Kurdan nivîsî. heta nifşa x, kurd li gund û warên xwe bûn lê êdî nifşa z ya Kurdan bi zêdehî li bajaran dijîn û ev yek jî dike ku zarok bibin xweyî ode.

nîşe 3: û halê zarên kurdan li bajaran diyar e. dev ji stenbol û enqereyê berdin, li zikê Diyarbekirê zarokên ji nifşa z çiqas bi kurdî dijîn?

nîşe 4: mirovên istisnayî helbet hene.



07.10.2020 21:51 ~2020.10.08 18:19 | ezcan