Tirşik - Profîl
tirşik-profîla oceancr

profîla "oceancr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fîlm çawa têne wergerandin] de;

3. Heke werger ne ji bo dublajê be
*divê li ber destên wergêr tekst,senaryo û fîlm hebe
*wergêr dê li fîlm temaşe bike û di heman demê de li replîkê binihêre
Piştî ku lîstîkvan replîka xwe got û wergêr rastbûna wê pesend bike û fîlm rawestîne. Û replîkê ji zimanê resen tercûmeyî zimanê armanc bike.
**Senkronizasyon girîng e. Camêr kîteyan dihejmêrin ji bo gotinên her du zimanan li hev bikin.
** di tirkî de axaftina “sizlibizli” heye. Di kurdî de heke yê pêşberî lîstikvan yek Kes be çênabe jê re bibêje “hûn”. Heke kesekî ku divê hurmet û rêzdarî jê re bê nîşandayîn divê bi “cenabê te” hwd. Were bikaranîn
** ji bo werger ne rijî be û bê xwarin divê ne peyv lê wate bê Wergerandin
Wekî din carinan zayend dihên têkilhevkirin loma di dema wergerê de teqez li fîlm bê temaşekirin ku bê dîtin kî bi kê re diaxive



03.02.2020 09:54 | oceancr