Tirşik - Profîl
tirşik-profîla afa

profîla "afa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [taman] de;

2. tamandin, bi piranî ji bo dar û beran e
ji dareka ku fêkî yên wê li xweşa meriv diçin meriv gulîyek salê, yanê gere gulî yê sala meriv tê de ye be, diçine, û çend awayên tamandinê henin, bi awayek ji wan meriv şaxê difetilîne tixmê wî gulîyî
tamandina monikan - gulî yê ku meriv diçine, çavek jê, monikek, çaralî jê dike, ji qaçil radike, li gorî wê li ser dar yan şaxa ku wê were tamandin cih vedike, û wê monikê datîne ser wî cihî, bi bandê tamandinê şidandî girêdide, pazdeh roj şûnde ku lê were wê ew monik hêşîn bibe, êdî meriv band radike, serê şaxê li nêzî cihê tamandî jê dike, cihê jêkirî bi macûnê baş digre ku zuwa nebe û nemire, ewqas.




tamandina gulîyan - gulîyek ji dara ku meriv dixwaze jê zêde bike meriv diçine, şaxa ku meriv dixwaze bitamîne nêzî kokê de jê dike, wê gulîyê bi wê şaxê be datîne, bi band şidandî girê dide û ewqas




22.06.2020 00:53 | afa