Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên femînîst] de;

34. yên ku dixwazin bala hinek kurdan bikişînin li ser meseleya zayenda civakîyê. çi ye ev zayenda civakî? pergala serdestîbûna zayendek an jî komek (yên bi heman hişmendiya zayenditiyê tevdigerin) li ser komên bêhêztir û biçûktir de ye. ev yek di civata kurdan û gelemberiya cîhanê de wek serdestîbûna mêran û hişmendiya seksîst, homofobîk û tundkar a li ser komên bêheztir ên wek jin, zarok û zayenditiyên din ên cûr bi cûr (lgbti+) de derketiye holê. ev serdestîbûn ne tenê şîdeta fîzîkî ya li ser jinan û kuştina wan e, divê mesele tenê li ser vê yekê neyê dîlkirin. cûreyên şîdet û tundiyê digûherin: tundiya fîzîsel, maddî, pskîlojîk û hestî û hwd.

mînakên li jor ji aliyê birêz tirêj zana ve hatine dayîn, hemû dikevin di bin hişmendiya zayenda civakî de, mecbûrbûna kuran ji bo cevandina qelenê, xebata li inşaat û sanayiyê an jî hertim di mal de bûna keçikê û hêvîbûna ji bav, bira û mêr ku xebitin û ji derve xwarin bînin, ev tev pergala zayenda civakî ye. li vir wek ku tîrêz zana jî gotiye mêr jî mexdûr in lê wî mabestek din gotiye helbet. xwestiye bi mînaka îxanet û doxinsistiya jinekê bîrdoziya femînîzmê birizîne û kuştina jinan meşrû bike lê berî ku kuştina wê jinê meşrû bike divê vê pirsê bike: heman senayoyê de bila zayendan bigûherîne, jin were malê û mêrê xwe bi jinekê din bibîne, dê çi bibe? dê ew jin bikare çi bike? destê wê de çi hêz heye? wê demê dê hişmendiya ku ew jin hatiye dinê hate wê rojê ji wê jinê re hatiye empozekirin, nehêle ku xwe tev bide û mecbûr dê bêje zarokên min hene û bi vî halê ez ê çi bikim û biçim ku derê, mêrê min doxîsist be jî malekî min û zikekî min ê têr heye, ji ber ku ez ji bo tatmînkirina mêrê xwe û xwedîkirina zarokên xwe hatime vî dinê, ez ê nekarim tenê serê xwe li dinyaya derveyî debara xwe bikim û ji ber ku ez jin im dê kes pûtê bi min neêyne û ez ê nekarim bijim. ha ev tişt zayenda civakî ye û pirsgirêkek e û meseleya bingehîn e a ku femînîzm li ser disekine.

binêre bijardeyên mêrê gelek in: dikare jinê bikuje, jinê bike der û zarokên wê ji destê wê bistîne an jî dikare heta hetayê li wê jinê bixe. di seneryoya berevajî de jin dikare çi bike di civaka me de? ku bixwaze bikuje dê nekare, ku bixwaze ji mêrê cûda bibe dê him malbata wê him mêrê wê him jî civak bibin asteng ji ber ku cûdabûn tiştek şerm e û bêyî mêrê xwe jinek dê çawa bikare bijî û her wiha bixwaze bireve jiber ku him zarokên wê hene û him jî dê navê malbata wê û malbata mêrê wê derkeve û ev jî dibe dewa namûs û telaqê. û teqez divê jin were dîtin û were kuştin an ji veger cem mêrê xwe. dê nakere bireve jî. hêz di destê mêrê de ye. çawa nikarin vê yekê bibînin? em tev her roj di jiyana rojane de van mînak dijîn.

femînîzm li ser wê hişmendiyê hatiye avakirin û heta îro bûye pêşenga gelek pêşketinên erênî. reşkirin û biçûkdîtina femînîzmê jî mixabin yek jî encamên çanda populer û zayenda civakî ye. û herwiha di her bîrdoziyê de yên ku gotin û tevgerên tewş, çewt û xelet dikin hene, ev yek ji bo femînîzmê jî derbasdar e. li ser mînakên istisnaî divê em vê meseleyê pişt guh nekin. pêşketina civakekî girêdayî çareserkirina meseleyên wê civakê bi awayek naxweyî ye.



2020.11.30-01:40 ~01:54]| xelîl