3. berevajiya whitewashing
racebending jî jê re tê gotin. yek ji encamên serdema postmodernîzmê ye.
piştî gelek protestoyan a bo fîlmên main stream (çi fantastîk çi dîrokî çi nûjen) ên ku gelemperiya leheng û listikvanên wan spî ne, ev tişt bi aliyê şêrketên mezin ve wek stratejiya bazarî û rêveberî hatiye pejirandin. yanî mirovên reşik û rojhilatî (asyayî, ereb, farisî) di fîlman de cih girtine êdî. bi hewldanên netflixê re, mirovên lgbti+ jî êdî di fîlm û rêzefîlman de dixuyên.
bo min tişteke baş e. bi bandora çandî û şarezayiya ewropî û amerîkî, spîbûna dinyayê ya çanda popûler nahêle rengên cuda bên xuyan. dema temaşe fîlmên beriya salên 90î dikî, meriv dibê qey ji xeynî por zer û çavşînan mirov li cîhanê tune ne.
|