Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nifşên nû yên kurdên bakurî] de;

7. nifşên ku ecêb e tenê di bandora hikumeta akpê de mane û di pêvajo û perwerdehiya polîtîk îslam de mezin bûne û dibin, lê berevajiya vê yekê zêdetir girêdayî nirxên kemalîst û nasyonal in. zû de ye bala min jî dikişe, ev nifş qet kurdî nizane û ti xîret û daxwaza zanînê jî di wan de tune ye, rojên fermî yên kemalîstan ên wek 23ê avrêlê, 19ê gulanê û 29ê cotmehê ji dil û can pîroz dikin û ataturk wek serokê xwe dibînin. di malbata min de jî yên ji mêj ve ye li stenbol dijîn mînakên wer hene ku hemû navên wan kurdî ne û dêûbavên wan xwe wek welatparêzên kurd dibînin. ji xwe hemû jî zarokên dîasporayê ne û malbata wan ji ber kurdbûn û welatparêzbûnê malwêran bûne, êşkence dîtine û bi salan li zindanan mane.

divê lêkolîneke berfireh a li gori formata zanistên civakî were lidarxistin lê saziyeke me ya vê xebatê bike tune ye mixabin.



10.10.2021 09:38 | xelîl